Öne Çıkanlar Donald Trump BAKAN VE İSTANBUL BELEDİYESİNE UYARI ÖZGÜRLEŞTİRME HAMLESİNDE YPJ AKTİF BİR ROL OYNUYOR Zübeyir Putin

Bu haber kez okundu.

Ebû Soran el Kurdiyê DAIŞî: "Emê Kurdistanê fetih bikin"
ROJHABER - Hat ragihandin ku endamekî rêxistina terorîst a DAIŞê bi navê Ebû Soran ku li bajarê Silêmaniyê dijî li ser medya civakî peyamên progandeya DAIŞê belav kirine û di peyama xwe de gotiye emê Kurdistanê fetih bikin.

Du wêneyên cuda yên li bajarê Silêmaniyê hatine girtin, li ser medyaya civakî hatine parve kirin û di bin wan wêneyan de jî propagandaya DAIŞê tê kirin. Yek ji wan wêneyan li ber Çiyayê Ezmer, wêneya din jî li ber avahiya Şarî Ciwan (Grand Milenyom) hatiye kişandin. Li binê wêneyan jî bi nivîsa destî "Dewleta Îslamî li Silêmaniyê ye. Em li her derê cîhanê hene. Bi destûra xwedê emê Kurdistanê fetih bikin." hatiye nivîsandin.

DAIŞî Kurdistanê tehdîd dikin

Roja 29ê Cotmeha 2016an ev wêne li ser medyaya civakî yên nêzîkî DAIŞê hatine parvekirin. Herwiha li gorî nûçeyê Rûdawê li ser rêya Facebookê li gel xwedanê navnîşanekî bi navê Ebû Soran el-Kurdî axiviye ku ev wêne parve kiribûn. Xwediyê navnîşanê di destpêkê de bersiva vê pirsê nedaye û paşî gotiye ku destûra wî nadin ku ew li ser vê mijarê biaxive. Lê paşî got ku ew ne tenê li Silêmaniyê, li hemû derên cîhanê dijî û ev wêne jî ji aliyê birayên wî yên li Silêmaniyê ve hatiye girtin.

 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.