Öne Çıkanlar Donald Trump ÖZERKLİK VE ULUSLAR ARASI KORUNMA İSTENİYOR Henri Barack Obama Cem Özdemir

Bu haber kez okundu.

"Siyaseta Erdogan wê dawiya wî bîne"
ROJHABER - Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa îdia kir ku gelê kurd wê li hember van kiryaran têkoşîna xwe bidomîne û got:"Dawiya Erdogan nêzîk bûye."

Gêlo Îsa bal kişand ku gelê kurd li pêşberî çavên her kesî tê qirkirin û wiha domand:"Hikûmeta Tirkiyê gelê Kurd qir dike û vîna wan ditepisîne. Bi girtina hevşaredar û parlementerên HDPê faşizma xwe kûrtir dike". Îsa sedemên van pêkanînên AKPê spart gelêriya Partiya Demokratîk a Gelan û got: "HDP ji hemû pêkhateyên Tirkiyê pêk tê. Tirkiyê vê yekê weke xeteriyekê li ser siyaseta xwe dibîne. Ditirse ku gelê Kurd azadiya xwe bidest bixe. Ji ber vê yekê jî dixwaze fişarê li endamên partiyê bike da ku bigire aliyê xwe." Gêlo Îsa anî ziman ku gelê kurd li tevahî dunyayê rabuye serhildanê û ev tişt anî ziman:"Her çiqas Tirkiyê li hemberî me siyastên qirêj pêk bîne, wê nikaribe vîn û îsrara me têk bibe. Selaheddîn Demîrtaş duh dabû xuyakirin ku ji bilî gel tu kes nikare me ceza bike." Endamê Buroya Siyasî ya PDKS anî ziman ku gelê kurd sînorê tirsê derbas kir û wê li hember siyasetên Tirkiyê bêndeng nemîne û got: "Dawiya Erdogan ne dûr e".

 

Sputnik

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.