Öne Çıkanlar YPG Donald Trump Putin Barack Obama musul

Bu haber kez okundu.

Serokwezîr Barzanî: Pêvajoya Çareseriyê mijareke navxweyî ya Tirkiyê ye
ROJHABER - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser destpêkirina ‘Pêvajoya Çareseriyê' ya li Tirkiyê nirxandin kir û got, "Ev babet têkilî karê navxweyî yê Tirkiyê ye û mijareke tevlîhev e. Heger em bikarin alîkariyê bikin em dê kêfxweş bibin."

'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ KARÊ NAVXWEYÎ YÊ TIRKIYÊ YE'

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li ser pirsa rojnamevanan nêrîna xwe ya li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyê bi kurdan re anî ziman û wiha axivî: "Ev mijareke têkilî karê navxweyî yê Tirkiyê ye. Heger em bikarin alîkariyekê bikin em dê bi vê kêfxweş bin, lê belê ev karekî têkildarî naxweyiya Tirkiyê ye û tevlîhev e. Ev babeteke wisa hêsan nîne. Em tenê nikarin bêjin tenê xetayê aliyekî hene. Niha tiştên ku li Tirkiyê rû didin di encama polîtîkayên şaş de çêbûne." 'DIVÊ HER DU ALÎ BERPIRSIYARÎYÊN XWE BIZANIN' Li gor Rûdawê Barzanî got, ‘Divê her du alî jî berpirsiyariyên xwe bizanin. Siyaseteke me ya ku em xwe tevî karên navxweyî yên hinekên din bikin tune ye. Heger tiştekî ku em bikaribin alîkariyê bikin hebe em ê bikin."
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.