Öne Çıkanlar YPG Donald Trump Putin Barack Obama musul

Bu haber kez okundu.

Li Kantona Efrînê teqîn: 50 birîndar
ROJHABER - Hat ragihandin ku li Kantona Efrînê li nokteyeke kontrolê nîzîkî Gundê Xezewê a herêma Şêrewa de teqînek pêk hat û di encamê de nêzî 50 kesî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên berdest, îro berê sibehe teqînek li ser nokteke kontrolê nêzîkî gundê Xezewê girêdayî herêma Şêrewa Efrînê pêk hat û li gorî amareyên pêşî di teqînê nêzî 50 kesî birîndar bûne. Heta niha derbarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane agahî nîne, lê tê gotin ku derdora 50 kesan birîndar bûne. Li gorî hin çavkaniyên xwecihî teqîn di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de çêbuye û herwiha hin çavkaniyên xwecihî yên din jî dibêjin ku wesayîteke bombebarkirî li ser rêbendeye hatiye teqandin. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku derdora herêma Efrînê bi top û hawanan tê bombebarankirin.

 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.