Öne Çıkanlar YPG Donald Trump Putin Barack Obama musul

Bu haber kez okundu.

Barzanî: Ji bo rêkeftinê ne dereng e
ROJHABER - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina îro duşemê ya bi alîkarê serokomarê Iraqê Usame Nucêfî re de destnîşan kir ku hê jî ji bo rêkeftin û hemahendiya piştî DAIŞê ne dereng e.

Şandeya Useme Nucêfî ji ber serkeftina di operasyona Mûsilê de li hemberî DAIŞê bi dest xistine, pîrozbahî li Barzanî û Pêşmerge kir.

'BARZANÎ NEBÛYA DAIŞ NEDIŞKEST'

Nucêfî got, ‘Heger serokatiya hekîmane ya Barzanî nebûya, DAIŞ bi wê hêza xwe nedişkest û metirsiya wê ji holê ranedibû. Ji bo qonaxa piştî DAIŞê jî em li benda rola girîng û pêşengtiya wî ne.' Şandê di hevdîtinê de spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê jî kir ku hejmareke koçber û kesên ji ber şer reviyane hewandine.

'HEWANDINA KOÇBERAN RÛMETA GELÊ KURDISTANÊ YE'

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di civînê de diyar kir, ‘Hewandina koçberan pêwîstî bi spasiyê nake, çimkî hewandina koçberan, nirx û rûmeta gelê Kurdistanê nîşan dide.' Barzanî behsa qonaxa piştî azadkirina Mûsilê kir û got, ‘Me çend caran daxwaz kiriye ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê rêkeftineke siyasî hebe da ku ti kêşeyek dernekeve. Niha jî ne dereng e, em hêvîdar in rêkeftin û hemahengî di qonaxa piştî DAIŞê de hebe.'

 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.