Öne Çıkanlar Donald Trump Putin BAKAN VE İSTANBUL BELEDİYESİNE UYARI Zübeyir DAİŞ ZULMÜNDEKİ KADINLARI ÖZGÜRLEŞTİRECEĞİZ

Bu haber kez okundu.

Barzanî: Em dixwazin çarenivîsa êzîdiyan di destê wan bixwe de be
ROJHABERSerokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina balyozê Amerîka yê Iraqê de got, em dixwazin êzîdî bixwe bibin xwedanê çarenivîsa xwe.

Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li balyozê Amerîka yê Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, balyozê Amerîka ji ber serkeftinên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de pîrozbahî li Barzanî kir her wiha sersaxî bo gelê Kurdistanê û malbatên wan pêşmergeyên di şer de şehîd bûne, xwast.

Nûnerê Amerîka li Iraqê her wiha kêfxweşiya bo hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di şerê Mûsilê de anî ziman û diyar kir ku ew hêvîdar in ev hevkarî bibe zemîna çêbûna peywendiyên mukim û stratejîk di navbera her du aliyan de.

Serokê Herêma Kurdistanê jî gotinên balyozê Amerîka piştrast kir û bi helkefta salvegera azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve, behsa kurdên êzîdî kir û got, ji Şoreşa Îlonê ve heta niha hewl hatiye dayîn û tê dayîn ku êzîdî tevlî xebata siyasî ya gelê xwe bin da ku pêşiya pişaftin û asîmîlekirina wan were giritn. Niha jî em hewl didin êzîdî bixwe bibin xwedanê çarenivîsa xwe û di vî warî de Herêma Kurdistanê û Pêşmerge alîkariya wan dike û dê bike jî.

Hat gotin ku di wê civînê de behsa qonaxa piştî azadkirina Mûsilê, pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên deverê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hatine axaftin.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.