Öne Çıkanlar Donald Trump Cem Özdemir ÖZERKLİK VE ULUSLAR ARASI KORUNMA İSTENİYOR Ağrı Belediyesi Eş Başkanları Sırrı Sakık ESAD

Bu haber kez okundu.

Almanya li Hewlêrê saziyeke tendirustî ji Pêşmerge re vekir
ROJHABER - Li gorî nûçeya K24ê Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Salar Mihemed got: "Alîkariyên vê care yên Almanyayê ji depoyekî an jî barxaneyekî mezin a dermanan bo Pêşmerge pêk tê û di binê banê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye vekirin."

Ew barxaneya ku ji gelek odeyên wê sarxaneye, helgirtina derman û pêdiviyên tenduristî pêk tê, ji vê barxaneyê ve derman ji bo binkeyên tenduristî yên leşkerî yên Pêşmerge dê bên şandin. Lîwa Salar Mihemed ragihand ku wan daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kirine ku nexwaşxaneyekî leşkerî ji bo Wezareta Pêşmerge vekin. Ji destpêka êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê ve dewletên wekî Almanya, Fransa, Îtalya, Kanada, Macaristan, Brîtanya, Amerîka û herwiha gelek welatên din ên Ewropayê bi şandina çek û cebilxaneya leşkerî û perwerdekirina hêzên Pêşmerge ve û Almanya bi rêkirina çekên mîlan ve alîkariyekî mezin dane Wezareta Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.

 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.