Öne Çıkanlar Donald Trump Barack Obama Putin Xezeba Firatê Henri

Bu haber kez okundu.

Fehim Işik: Dewlet bi kê re şer bike, divê bi wî re rûnê
ROJHABER - Işik diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê berî niha di sala 1938an de jî hewl daye heman tişt bike û herwiha Iraqê jî di sala 1975an de heman tişt kiribû, lê ev tişt bi ser neketiye û wiha dibêje: "Piştî 24ê Tîrmeha 2014an careke din dewletê biryara şer girt, êrîşî Qendîlê kir û dest bi şerekî tund kir û piştî wê jî êdî dewletê dixwaze ji xwe re muxatebên din çêke. Anku heta niha ev nêzîkî du salan e, muxatebên wiha dixwaze ku ji bin gotinên dewletê dernekevin û herwiha dewlet ji wan re çi bibêje, wek wê tevbigerin. Bi vî rengî dixwaze muxatebên eslî li derveyî pêvajoyê bihêlin û li gorî berjewendiyên xwe hinek gavan biavêjin ne ku meseleyê ji binî ve çareser bikin. Bi taybetî ji bo pêvajoya siyasî careke din bi xurtî bi dewletê ve were girêdan. Ew hesabên vê yekê dikin. Dewletê ev tişt di sala 1938an, piştî Dêrsimê jî kiribû. Herwiha heman tişt di sala 1975an de li Bexdayê jî pêk hatibû. Piştî ku peymana 1970yê ya di navbera Mele Mistefa Barzanî û Sedam de hatibû îmzekirin, Sedam piştî peymana Cezayirê got kurd têkçûn û heman tişt pêk anî. Li başûrê Kurdistanê parlemento jî vekir lê em dizanin ku heta 1991ê jî ev tişt li başûrê Kurdistanê jî çareser nebû. Anku çareserî tiştek e û xebat û hewldanên bi vî rengî ji bo berjewendiya partiyeke dewletê yan jî ji bo berjewndiya serokkomar an desthilata AKPê tiştekî din e."

"DEWLETA DIXWAZE DI RÊYA KARSAZAN RE XWE LI KURDISTANÊ XURT BIKE"

Herwiha nivîskarê kurd balê dikişîne ser bajarên di şerê vê dawiyê yê kolanan de xerab bûye û teqez dike ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze wan xanî û avahiyên wêrankirî bi destê wan kesan bide çêkirin ta derfetekê ji wan re çêke û devê wan li himberî dewletê û kiryarên wê bigire û meseleyê wiha rave dike: "Jixwe berî niha jî bi serokeşîran re li Wanê civîn pêk anîn û herwiha bi gelek aliyên din re ku karsaz jî di nav de hevdîtinên wan didomin ta ku wan xanî û avahiyên ku xera kirine bi rêya wan karsazan re bidin çêkirin û derfetekê yan berjewendiyekê bide wan ku ew jî zêde li himberî dewletê nesekinin. Anku ji vê meseleyeke çareseriyê dernakeve lê dewlet bi vî hawayî dixwaze xwe li Kurdistanê xurttir bike û zora xwe jî qayimtir bike."

"EŞÎR NEMANE LÊ BÛNE KARSAZ"

Ji aliyê din ve, rojnamevanê kurd diyar dike ku êdî eşîrtî wek berê di nav kurdan de nemaye û yên bi navê eşîrtî hene jî niha tenê karsaz in ku dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin û serdestiya xwe li herêma xwe biparêzin. Işik wiha dibêje: Piştî şerê çekdarî di sala 1984an de dest pê kir, di salê 90î de jî diyar bû ku şerê çekdarî tenê dikare di rêya diyalogê re bisekine anku yek rêya sekinandina şerî heye û ew jî diyalog û muzakere ye. Gelek caran hevdîtin di navbera dewlet û PKKê de çêbûne. Ne tenê ya hevdîtina 2013an lê berî wê jî çêbûne. Ev heyama çûyî tiştekî din jî guherand. Li bakurê Kurdistanê, hêzên malbatî û eşîrî wekî nav mabin jî, êdî bandora wan wek berê tine lê dewletê hîn jî wan wek tiştekî dihesibîne. Bi taybetî ew malbatên êdî bûne karsaz, nema eşîr in jî tevî navê wan wek eşîr maye jî bandora wan wek berê nemaye. Danûstendina wan li gel dewletê hene, ticareta wan bi dewletê re hene. Dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin, mal û mulkên xwe û serdestiya xwe li herêmên xwe biparêzin. Teqez têkiliyên wan li gel dewletê hene û ne pêkan e ku mirov bibêje, têkiliyên wan bi dewletê re tine ne."

Ji aliyê din ve Işik teqez dike ku ev hewldana dewletê dê bi ser nekeve û ew ê meseleyê çareser neke û wiha dibêje: Li bakurê Kurdistanê nêzî 90 hezar cerdevan hene. Ew cerdevan bi xwe jî, berjewendiya wan li gel dewletê ye ku him serdestiya xwe li herêma xwe di rêya dewletê de diparêzin û him jî pereyekî bê hesab ji dewletê distînin. Jixwe heta niha wan ev tişt gelek caran bi kar anîne. Malbata Bucakan bi xwe malbateke welatparêz e lê ji nav bucakan yek derket û têkilî bi dewletê re danî û serdestiya wê herêmê kir û me gelek caran jî dît ku di dema xwe de di gelek tiştên qirêj de jî cih girtine. Lê ceribandina heman tiştî meseleyê çareser nake."

Işik diyar dike ku rawestandina şerî û meseleya siyasî du tiştên ji hev cuda ne û rawestandina şerî, encex bi diyaloga bi şerkeran re pêk tê û wiha dibêje: "Ew nêzîkbûna HDPê jî tiştekî din e, anku di şerê çekdarî de, muxateb bê guman ew kes in ên ku şer dikin. Anku meseleya siyasî tiştek e û rawestandina şer tiştekî din e. Anku ew kesên şer dikin tenê dikarin şer rawestînin an jî encamekê bidin. Lê di çareseriya siyasî de, her aliyê civakî dikare cih bigire. Bê guman eger di sala 2013an de şer bi temamî rawestiya piştî Meclisê jî tê de, aliyên din ên Tirkiyeyê jî tê de, herwiha aliyên din ên bakurê Kurdistanê jî tê de, hemûyan dikarî bi hev re ji bo bidestxistina encemeke siyasî bixebitiyana û bi hev re ew encam bi dest bixistina."

"EV MESELE ÇARESERIYÊ NAYÊNE"

Nivîskarê kurd mînaka Herêma Kurdistanê û Iraqê bi bîr tîne û teqez dike ku çawa kesên li wê derê nekarî bi vî awayî meseleyê çareser bikin, Tirkiye jî dê nikaribe çareser bike û wiha dibêje: "Wek mînak dibêjim heman tişt li Kolombyayê derket. Peyman bi hev re çêkirin lê ji referandûmê derbas nebû. Niha jî herdû alî li gel hev rûniştine û ji bo referandûmeke nû, peymaneke nû amade dikin. Ev jî nîşan dide ku di çareseriya siyasî de, ji bo ku bibe çareseriyeke mayinde, bêguman divê hemû alî tê de cih bigirin. Lê rawestandina şer tiştekî din e. Çek di destê kê de be, encex tu dikarî li gel wan wî şerî rawestînî. Mixabin Tirkiye vê rastiyê nabîne. Îca di van du salên dumahî de, nêzî 5 hezar mirovî di vî şerî de jiyana xwe ji dest da û gelek bajar kavil bûne û xerabe bûne û hatine talan kirine. Ji xwe hîn jî kuştin û şer bi awayekî tund berdewam e. Dewlet dixwaze vê xerabiya ku kiriye, bi hin kesên bi dewletê re tevdigerin paqij bike. Di qenaeta min de, ev mesele çareseriyê nayêne û ew kesên xwe dixapînin û dixwazin bi wê rêyê çareseriyê bînin dê encamekê bi dest nexin. Anku ew kesên di sala 1975an de navê xwe kir Partiya Demokrata Kurdistanê li parlementoya Iraqê sexte cîh girtin, cerdevan bûn û girêdayî Sedam bûn û yên resen û rast li çiyayî bûn. Lê di sala 1991ê de, gava bi rastî jî partiyên Kurdistanê hatin û di parlementoyê de cihê xwe girtin, me dît bê ew çi ne û muxatebê rastîn kî ne. Anku bi çareseriyê nayê lîstin lê mixabin hîn jî dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi çareseriyê bilîze."

Cesim Ilhan / Sputnik
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.