Öne Çıkanlar Mesud Barzani Brett McGurk Arda Turan Bab Irak

Bu haber kez okundu.

Tê îdiakirin ku şîrketa almanî wê ambargoya çekan deyne ser Tirkiyê
ROJHABER - Li gorî nûçeya Welt a almanî, piştî biryara Parlamentoya Avusturyayê ya derbarê ambargoya çekan a ji bo Tirkiyê, hate îdiakirin ku yek ji şîrketên çekan a navdar a almanî Heckler&Kochê jî biryara nefirotina çekan ji bo Tirkiyê standiye.

Li gorî nûçeyên di medyaya almanî de hatine belavkirin ku dispêrin rayedarên şîrketê, Heckler&Koch guhertina stratejîk çêkiriye wê di dahatûyê de tenê ji bo welatên NATOyê, welatên bi NATOyê re xwedî têkiliyên baş in û welatên demokratîk û gendelî lê nîne çekan bifiroşe.

TIRKIYE DI LÎSTEYA ZER DEYE

Hate diyarkirin ku Heckler&Koch welatên wê karibe çekan bifiroşê, girtiye nav ‘lîsteya kesk' a ku li gorî krîterên gendelî û demokrasiyê senifandiye û ji ber ku welatên weke Erebistana Siûdiyê, Meksika, Brezilya û Hindistan ji derveyî vê lîsteyê mane wê di dahatûyê de çekan nefiroşe wan. Hate zanîn ku şîrketê Tirkiyê di vê çarçoveyê de xistiye lîsteya zer û naxwaze di pêş de de çekan bifiroşe Tirkiyê jî. Hatiye destnîşankirin ku şîrket di firotina çekan a ji bo van welaten de zehmetiyan dikişîne ji hikûmeta Almanyayê destûrê bistîne, ji ber wê stratejiya xwe diguherîne. Şîrket firotinên ku di çarçoveya peymanên berê de hatiye kirin wê pêk bîne.

 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.