Öne Çıkanlar Donald Trump Cem Özdemir ÖZERKLİK VE ULUSLAR ARASI KORUNMA İSTENİYOR Ağrı Belediyesi Eş Başkanları Sırrı Sakık ESAD

Bu haber kez okundu.

Parlamentera Kurd: Bila YE êdî pare ji Tirkiyê re neşîne
Parlamentera kurd a Partiya Keskan a Avusturyayê Berivan Aslan, daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku pereyê di çarçoveya ‘Parastina Raseriya Hiqûq û Demokrasiyê' de didin Tirkiyê, êdî neşînin. Aslan herwiha ji Wezareta Karên Derve ya Avusturyayê jî xwest ku Balyozê Avusturya yê li Tirkiyî paşve bikişînin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) weke namzetên din ên ji bo endamtiya Yekîtiyê dixebitin, ji sala 2004an û vir ve her sal ji bo ‘Parastina Raseriya Hiqûq û Demokrasiyê' bi milyonan dolar pare dişîne Tirkiyê. Di şandina vî pareyî de armanc ew e ku hikûmet, dewlet û saziyên sivîl, projeyên derbarê pêşxistin û parastina hiqûq û demokrasiyê bipêş bixin.

BIRYARNAME AMADE KIR

Parlamentera kurd a Partiya Keskan a Avusturyayê Berîvan Aslan bi hinceta her diçe Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve, daxwaz kir ku ev pare êdî neyê şandin. Aslan di vê çarçoveyê de biryarnameyek amade kir û pêşkêşî Parlamena Avusturyayê kir.

'LI GORÎ PEYMANÊ DIVÊ YE 4 MILYAR EURO PARE BIŞÎNE'

Parlamenter Berîvan Aslan derbarê vê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku di sala 2014an de 912 milyon Euro pare ji bo Tirkiyê hatiye şandin. Herwiha aşkere dike ku di sala 2014an de YEyê peymanek li gel Tirkiyê îmze kiriye û wê heta sala 2020an 4 milyar û 45 milyon Euro pare bişîne Tirkiyê.

'TIRKIYE HER DIÇE ANTÎDEMOKRATÎK DIBE'

Aslan wiha dibêje: "Ev pare ji bo pêşxistina demokratîkbûnê tê şandin. Lê me dibînin ku rewşeke wisa nîne. Tirkiye ji demokrasiyê bêhtir antidemokratik dibe. Min daxwaz kir ku ev pare bê qutkirin. Ji bo vê min biryarnameyek amade kir. Sibê, herî dereng rojeke piştî wê, dê ev biryarname ji Parlamentoya Avusturyayê derbas bibe."

'BILA AMBARGOYA ÇIKAN DEYNIN'

Aslan herwiha ji Wezareta Karê Derve ya Avusturyayê xwestiye ku Balyozê Avusturyayê yê li Tirkiyê paşve bikişînin û ji hikûmetê jî daxwaza ambargoya firotina çekan deynin ser Tirkiyê.

'LI AVUSTURYAYÊ BÊ QEBÛLKIRIN WÊ BANDORÊ LI ALMANYAYÊ BIKE'

Li gorî agahiya Aslan dide, qasî ku xuya dike wê partiyên din jî piştgiriyê bidin vê biryarnameyê û piştî biryarname ji parlamentoyê derbas bibe wê bi rêya Wezareta Karê Derve ya Avusturyayê daxwazê ji Parlamentoya Ewropayê û Komisyona Ewropayê bikin ku li hemberî Tirkiyê bikevin nava hewldanê. Aslan diyar dike ku ji ber li gel Avusturyayê, Almanya jî muxatabê Peymana Penaberan e, dema ku ev biryarname bê qebûlkirin wê Almanya jî helwestekê li hemberî Tirkiyê nîşan bide.

'ERDOGAN TOTALÎTER TÊ DÎTIN'

Aslan behsa pêşketinên dawî yên li Tirkiyê dike û dibêje ku ev rewş bandorê li ser siyasetmedarên Ewropayê dike: "Piraniya siyasetmedarên ewropî, helwesta Erdogan weke helwesteke otorîter û totalîter dibînin. Naxwazin ku bi ti awayî Tirkiyeya bi Erdogan bikeve YEyê. Girtina rojnamegeran û rojnameyan, tayînkirina qayyuman, qedexekirinên li ser bajaran bi gelemperî dinirxînin û Recep Tayyip Erdogan muxatabekî pêbawer nabînin."

'WÊ BANDORÊ LI SERBESTIYA VÎZEYÊ BIKE'

Li gorî nêrîna Aslan wê ev rewş bandorê li pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiye jî bike û wê pêvajoya serbestiya vîzeyê jî têk bibe.

 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.